* Li gorî agahiyên ku ji parêzerên ne fermî yên di çarçoveya serlêdanan de li qadê dixebitin hatine wergirtin, agahiyên li ser rewşa dawî ya mexdûrên erdhejê yên di parastina koçberiyê ya navneteweyî / paristina koçberiya demkî qeydkirî ne mayîn û destûra çûn û hatinê:
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li qadê ; Di sepandina destûrên rê de cudahiyên serlêdanê tên dîtin.
Di serlêdana bi dîroka 07.02.2023’an de li 10 parêzgehan serlêdana destûrên rê hatin rakirin û koçberên ku ji erdhejê bandor bûne dikarin destûreke rêwîtiyê ya 90 rojî bistînin û biçin îdareyên koçberiyê yên eyaletên ku xizmên wan lê ne û kî dikarin pêdiviyên xwe yên lezgîn û bingehîn bi cih bînin, ji bilî Stenbolê.
Guhertinên li qadê hatine kirin wiha ne;
Li gorî pêkanînên li parêzgehên jêrîn, koçberên ji erdhejê bandor bûne dikarin biçin pazrêzgehên ku xizmên wan lê ne û li ku derê dikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin, ji bilî Stenbolê dikarin serî li îdareya koçberiyê ya li parêzgehên ku çûne bidin û destûra rêwîtiyê bistînin. Dema serlêdan bê kirin, divê nasname û navnîşana agahiyên xizmên li pazrêzgehê dijîn ji rayedarên koçê yên parêzgehê re bên şandin.
Ji bo koçberên bajarên Gurgum, Hatay, Dîlok, Semsûr û Meletî dema rêwîtiyê wek 60 roj tên diyarkirin.
Ji ber ku destûra ger û geştê dê mafê guhertina parêzgeha niştecihbûnê peyda neke, eger rêziknameyeke nû ji aliyê Serokwezaretiyê ve tune be, divê koçber vegerin parêzgehên ku di dawiya dema bidawîbûna destûra gerê de qeydkirî ne.
Weki din;
Biyaniyên ku erdheja Edene, Osmaniye, Ruha, Kilîs û Amedê bandor li wan kiriye, bêyî destûra rêwîtiyê hatine sînorkirin û divê serî li midûriyetên îdareya koçberiyê ya eyaletê bidin ku qeydkirî ne (serlêdan jî dikare bi rêya e-hukumetê bê kirin). Nirxandina serlêdanê wê rewşa xisarê ya avahiya ku biyaniyên lê dijîn li ber çavan were girtin.
Valakirina koçberên ku ji herêma ku erdhej lê bandor bûye wê bi rêyên hewayî neyên dabînkirin û koçberên ku bi derfetên xwe nikarin derkevin û li bendê ne ku werin tehliyekirin divê biçin cihên valakirinê yên ku lê ne (ji bilî balafirgehan).
Koçberên ku ji 10 parêzgehên ketine bin bandora karesatê derdikevin û tên bajarekî din, wê ji aliyê sazî û rêxistinên cemaweriyê yên li parêzgehê ku ew diçinê ve bi cih neyên anîn.
Eger koçberên ku ji erdhejê bandor bûne ne xwedî wê wesîleyê ne ku pêwîstiyên xwe yên bingehîn li parêzgeheke din bi cih bînin, divê ji parêzgehên xwe dernekevin û li gorî planên li parêzfeha ku ew lê ne tevbigerin.
